CENTCOM: Di saetên pêş de wê dorpêça deryayî ya li ser Îranê bikeve pratîkê
CENTCOMˊê ragihand ku îro (Li goorî saeta Îranê saet di 11.30’an de) dest bi dorpêça deryayî ya li ser Îranê bike.
CENTCOMˊê ragihand ku îro (Li goorî saeta Îranê saet di 11.30’an de) dest bi dorpêça deryayî ya li ser Îranê bike.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wê dorpêça deryayî ya li ser Îranê ku Serokê DYE’yê Donald Trump ragihandibû bikeve pratîkê.
Berdevkê CENTCOMˊê Kaptan Tim Hawkins got ku artêşa DYE’yê niha ji bo temamkirina amadekarî û hevrêziya pêwîst ji bo bicîhanîna dorpêça deryayî dixebite û destnîşan kir ku keştiyên şer ên Amerîkayê dê di demjimêrên pêş de dest bi bicîhanîna tedbîran bikin.
Serokê DYE’yê Donald Trump ragihandibû ku wê jinûve dorpêça deryayî li ser Îranê ferz bikin û wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) erka parastina Tengava Hurmuzê bigire.
Trump diyar kir ku dê Washingtonên ji sedî 20ˊê nirxê derbasbûna kelûpelan di Tengava Hurmuzê re bistîne û wê "Tengava Hurmuzê bi hebûna Îranê yên jî bêyî wê vekirî bimîne."
Fermandariya Leşkerî ya Îranê jî diyar kir ku Tehran rê nade DYEˊyê ku tengavê kontrol bike yan jî destwerdanê di birêvebirina wê de bike.